Birîndar kirim xerîbiyê
Ez ji xwer kuştim xerîbiyê
Min bese ji vê eziyatiyê
Berê min kete vê beriyê
Dikim nakim ji bîra min naçê
Rewşa welat û baracê
Çiya û newal û qelaçê
Ez ne melek im xwediyê taçê
Kuro lawo welat xweş e
Me jê bar kir rojên reş e
Dijmin sot wek serxweş e
Ji zilim û zorê me da meşe
Vê Bûharê gul bişkivîn
Çol û çiya û dilê birîn
Dil û navê min dikewgirîn
Kanî welat û ala rengîn
Derdê welat pir girane
Jêre divê jîr û zana
Mejî û ziman ew dermane
Wê xeleskin Kurdistana
Birîndar kirim xerîbiyê
Ez ji xwer kuştim xerîbiyê
Min bese ji vê eziyatiyê
Berê min ket vê beriyê