Hate ber derî min lê nenerî
Lê gava ku ew çû, min dil daye dû
Ka ew çavên reş, ka ew dêmên geş
Ka ew bêhna xweş,ka ew reng û rû
Yara min bang kir, ey bilbilê dîn
Li ser çi digrî,qêrîn û nalîn
Yara te va ye, li ber çava ye
Ev deşt û çiya,tev xweş kir bi bîn
Bilbil tu zanî gelo ez kî me
Tu tim serdestî,lê ez girtî me
Bêlîs û hêlîn,bê ol û bê dîn
Ez im Cegerxwîn,xortê kurdî me